Ligel gelek şertên pir giran Qeremezreyê serê xwe tu carî netewandiye. Li ber xwe da û xebitî û li cihê qere perçeyeke bihûştê yê hêşin ava kir. Standarta jiyanê û asta civakî ya gel bilind bû. Îro di Qeremezrê de kesekî ku mirov bibêje ev pir xizan e, tune ye. Bûye embara fisteqan ya heremê.
Di derdorê Qeremezrê de rezên fisdeqan

Salê bi sedan ton fisteqê xwe difiroşe. Ligel fisteqan van salên dawî zeytûn jî pir tên çandin. Li bîstanan jî zebeş, petêx û fêkiyên curbecur tên çandin. Ne tenê li Qeremezrê gundên li derdorê jî hêdî hêdî erdên vala bi daran dixemilînin û bi vî awayî jî daristaneke xwezayî tê holê. Sewalxwedîkirin hêdî hêdî ji qiymetê xwe dikeve û xelk êdî bi çandiniyê debara xwe dike. Hin kesan jî dest bi danûstendinê kiriye.
Rezê zebeşan
0 Kommentare:
Kommentar veröffentlichen