Aboriya Qeremezreyê di salên 1960î û 70yî de li ser pez û çandiniyê bû. Li erdê bikêrhatî bêtir rez û zad hebûn. Darên fisteq û zeytûnan hema hema bê tune bûn. Her sal ji ber ku şilî kêm bû bandoreke pir nebaş li ser çandinî û pêz dikir. Digel vê yekê gellek carî havînî Qeremezre dibû embara tirî. Niştecihên gund tiriyê xwe yî zêde dibirin li Edene û Diyarbekirê difirotin. Carinan di havînekê de sed qeymon tiriyê gund dihat firotin. Mêrgên ku di mehên biharê de hêşin dibûn bi qiçîna germa havînê re bi ser zere de diqulipîn. Ev dîmenên hanê di hundirê çend salan de guherîn û Qeremezre êdî kete rewşeke din. Di wexteke pirr kin de weke daristanekê hêşin bûye. Weke tejaneya Ferêt her der bûye daristana darên zeytûn û fisteqan. Êdî ne qere ye Qeremezre. Bi mirovên xwe yên jîr û jêhatî pêşiya wê her dem wê vekirî be.
Bûye cihekî dilbijandinê...
0 Kommentare:
Kommentar veröffentlichen